• Sunday, 22 February 2026
logo

51 firokeyên şer ên Çînê ketin qada hewayî ya Taywanê

Gulan Media August 19, 2022 Nûçe
51 firokeyên şer ên Çînê ketin qada hewayî ya Taywanê

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihand ku 51 firokeyên şer û 6 keştiyên şer ên Artêşa Çînê ketine "Herêma Parastina Hewayî" ya Taywanê.

Aloziya di navbera Çîn û Taywanê piştî serdana endama Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ya Taywanê germtir bû.

Hat ragihandin ku 25 ji van firokeyên şer ên Çînê xeta navîn derbas kirine.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê diyar kir ku ew liv û tevgerên Çînê dişopînin û anî ziman “Ji aliyê me ve amûrên tevlîevkirina sînyalê hatiye çalakkirin û ji bo firokeyên ku qada hewayî derbas dikin re hişyarî hatiye şandin. Pergalên parastina hewayî hatine çalakkirin.”

Hat ragihandin ku di nav van pergalan de sîstema dijî firokeyên Sky Bow III û dij-firokeyên Dubermîl ên 35 mm hene.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê roja borî ragihandibû ku 21 firokeyên şer û 5 keştiyên şer ên Çînê ketine ADIZê û ragihandibû ku ji firokeyan 5an xeta navîn derbas kirine.

 

Rudaw

Top