Bajarê Amûdê: Şandek Hevpeymaniya Navdewletî bi HSDê re dicive
Ajansa “RT” di belav kir, şandeke Hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîkayê li bajarê Amûdê li gel serkirdayetiya HSD civiya û di civînê de rewşa sînor û êrîşê artêşa Tirkiyê gotûbêj kirin.
Herwiha di civînê de yek ji serkirdeyên hevpeymaniyê ji heman çavkaniyê re ragehand, şerê wan li dijî rêxistina DAIŞê li rojhilatê Feratê berdewam e û hêza wan dê li navçeyê bimîne heta aramî vegere deverê.
Demek e Tirkiye gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê dixwe û îro Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kiribû ku piştgiriya xwe ji HSD û YPGê re rawestîne.
Waar.tv
