Li Kabulê xwekujekî xwe di nav mizgeftê de teqand: 21 kuştî û 40 birîndar hene
Li mizgefteke Kabul a paytexta Efxanistanê di dema nimêja êvarê de xwekujekî xwe teqand û di encamê de 21 kes hatin kuştin û 40 kes birîndar bûne.
Teqîn êvara duh Çarşembê 17ê Tebaxa 2022an li mizgefta Ebûbekir Sidîq a li Xeyrxane ya Kabul a paytexta Efxanistanê û di dema nimêja êvarê de çê bû.
Li gor zanyariyan, teqîn xwekujî bûye û kesekî xwekuj di dema nimêjê de xwe teqandiye.
Polîsê Kabulê di destpêkê de ragihand, di encama teqînê de 3 kuştî û 27 birîndar hene, lê çavkaniyeke emnî eşkere kiriye ku 21 kuştî û 40 birêndar hene.
Di teqîênê de, pêşnimêjê mizgeftê Mewlewî Emîr Mihemed Kabulî bûye armanc û li gor agahiyan, ew tevî hejmareke xwendekarên xwe hatiye kuştin.
Hehya niha ti aliyekê berprisatiya tê teqînê negiritye stûyê xwe.
Berdevkê Talibanê, Zebîhullah Mucahid ragihandiye, di teqînê de kuştî û birîndar hene lê hejmara wan aşkere nekiriye. Mucahid herwiha gotiye, “ewên ku kujerên hemwelatiyên me bin dê di zûtirîn dem de cezayê wan karê xwe werbigrin.”
Teqîna xwekujî ya li Kabulê piştî wê yekê hat ku heftiya bihorî kesekî xwekuj mamosteyekî olî di hucreya wî bixwe de kuşt.
Herwiha roja 11ê vê mehê jî xwekujekî li mizgefta Rehîmulla Heqanî xwe teqandibû û di teqînê de ew mamosteyê olî tevî birayê xwe canê xwe ji dest dabûn. DAIŞê paşê berpirsyariya wê êrîşê li xwe girtibû.
Di 15ê Tebaxa par de û piştî vekişîna ji nişkê ve ya Amerîkayê ji Efxanistanê, Taliban vegeriya ser desthilatê û hikûmeta komarî ya Efxanistanê hilweşiya.
Ji dema ku Taliban vegeriyaye ser desthilatê, jiyana welatiyan dijwartir bûye û azadiyên xelkê bi taybet azadiya raderbirînê û azadiya karê medyayê hatiye sînordarkirin, herwiha keç û jinên Efxan ji gelek mafên xwe yên bingehîn ên wek xwendin, karkirin û werzişê hatine bêparkirin.
Rudaw
