• Sunday, 22 February 2026
logo

Amerîka huşdarî dide Tirkiyeyê

Gulan Media August 18, 2022 Nûçe
Amerîka     huşdarî dide Tirkiyeyê

 

Rûsye jî dibêje me li gel Tirkiyeyê rêkeftin îmze kiriye.

Piştî ku ajansa pîşesaziya berevanî ya Rûsyeyê ragihand ku, di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de rêkeftineke nû bo şandina karwana duyem ya sîstema berevaniya mûşekî ya S400 û çê kirina hin parçeyên vê sîstemê bi hevbeşî li gel Tirkiyeyê, hatiye îmzekirin, Amerîka huşdarî daye Tirkiyeyê.

Her çend Tirkiye ev daxuyaniya Rûsyeyê red kiriye, lê Amerîka dibêje NATO û welatên din y ên Rojavayî vê yekê qebûl nakin ku, Tirkiye hem endamê NATO be û him jî çekên Rûsî bikar bîne.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniya xwe ya herî dawî de huşdarî daye Enqere û gotiye hîn jî kêşeya karwana yekem ya S400an nehatiye çareser kirin, lewre eger Tirkiye rêkeftineke wisa li gel Rûsyeyê îmze bike vê demê helwesta Amerîka û welatên Rojavayê ya li hember Tirkiyeyê dijwartir dibe û lazime Tirkiye xwe ji Rûsyeyê dûr bixe.

Her duhê hin rojnameyên navdar yên Rojavayî jî belav kiribûn ku welatên Rojavayê ji nêzîk bûna Rûsye û Tirkiyeyê dilgiranin û dest bi amadekarî bo raber kirina helwesteke dijwar li hember Tirkiyeyê kirine.

Weke tê zanîn ji sala 2017an ve heta niha kêşeya sîstema berevaniya mûşekî ya S400 di  navbera Tirkiye û Amerîkayê de bêçareser maye û Amerîka jiber vê yekê jî dorpêç danîbû ser Tirkiyeyê.

Top