Li Cezayîrê ji ber şewatên daristanan 26 kes mirin
Hat ragehandin li bajarê Setîf û et-Tarîf yên Cezayîrê ji ber berdewamiya şewatên daristanan 26 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat ragehandin li 9 eyaletên cuda yên Cezayîrê bi gîştî li 26 cihan şewat derketine. Wezîrê karên navxwe yê Cezayîrê Kemal Belcûd di televezyona fermî ya Cezayîrê de axivî û ragehand, li bajarê et-Tarîf ku dikeve sînorê Tûnis yê welat, 24 kes û li bajarê Setîf yê li bakûr jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Belcûd da xuyakirin ku germahiya hewayê ya li welêt di hefteyên dawî de 47 pile derbas kiriye û ragihand ku ji destpêka meha Tebaxê û vir ve li gelek bajaran li 106 cihên cuda şewata daristanan rû daye.
Belcud diyar kir ku di şewatên ku heta niha dewam dikin de 2 hezar û 400 hektar daristan û qadên çolterî yên teraş û gil û giya lê heyî şewitîne û bi hezaran karmend jî di esman û bejahî de li hember şewatê tekoşîn dikin.
Beriya naha wezareta berewaniya sivîlan ya Cezayîrê di daxuyaniyeke nivîskîde diyar kiribû, li bajarê Setîf yê ku dikeve bakûr û rojhilatê welat, di şewata daristanan de 2 jinan jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
