Naveroka civîna Encûmena Wezîran hat aşkera kirin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 17ê Tebaxa 2022yan bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî encama serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr bo Bexdayê û civînên ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlamanetoya Iraqê û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî pêşkêş kir.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku di civînan de helwesta Herêma Kurdistanê dûpar kiriye ji bo çareserkriina kêşeyan û gihîştina rêkeftineke dadperwerane li ser bingeha destûrê. Her du aliyan li ser berdewamkirina gotûbêjan di navbera Wezareta Petrolê ya Federal û Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê de ji bo gihîştina çareseriyeke hevbeş dûpat kiriye, ku di berjewendiya welatiyên Iraqê de be.
Piştre Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemey Hemeseîd li ser serdana xwe ya bo welatê Ermenistanê û hevdîtin û civîn û çalakiyên xwe yên li wî welatî pêşkêş kir.
Herwiha Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl behsa serdana şanda serbazî ya Herêmê bo Brîtanya û Amerîkayê kir û destnîşan kir ku di hevdîtin û civînan de rayedarên herdu welatan tekezî li girîngiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan bo hêzên Pêşmerge kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevî destxweşiyê, tekezî li girîngiya berdewamkirin proseya çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye, ku dest pê kiriye û ji pêgavên pêşîn ên Kabîneya Nehem e.
Beşa duyem a civînê li ser pêşkêşkirina kurteyek derbarê daxwazên nerewa yên Wezareta Petrolê ya Iraqê yên li dijî Wezareta Çavkaniyên Sirûştî û kompaniyên navdewletî yên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê bû û rêkarên Hikûmeta Herêmê bi rêya wê lijneya yasayî ya ji bo vê mijarê ye, hat raspartin.
Encûmena Wezîran tevî destxweşiyê, helwesta xwe dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe di hewldanên xwe yên ligel Hikûmeta Federal de ji bo dîtina çareseriyeke hevbeş ku di xizmeta hemû aliyan de û di çarçoveya destûrê de be.
Basnews
