Parlamentera Ereb: Zehmet e hemû daxwazên Kurdan di bûdceyê de bêne bicihanîn
Endamekî Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, daxwaziyên Kurdan ên di çarçoveya projeyasaya bûdceyê de, daxwaziyên yasayî û destûrî ne, lê zehmet e ku hemû bêne bicihkirin.
Mehasîn Hemdûn ku bixwe parlementereke Ereb a Sunne ye, û herwiha nûnera parêzgeha Neynewa (Mûsilê) ye, bal kişande ser wê yekê ku dubare bidestxistina pişka %17 a bûdceya Iraqê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve karekî zehmet e.
Mehasîn Hemdûn got, li gorî navçeyên wêranbûyî yên Iraqê, dîsa jî pişkekî baş gihîştiye Herêma Kurdistanê.
Wê parlamenterê herwiha da xuyakirin, heta niha komîteya darayî ti biryarek di derbarê daxwaziyên Kurdan de nedaye, lê di civîna komîteya darayî ya parlamentoyê û wezareta darayî de, dê behsa daxwaziyên Kurdan ên li ser bûdceyê bê kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû fraksyonên Kurdî yên li parlamnetoya Iraqê, ji projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2019ê nerazî ne û daxwaza guhertin û sererastkirina vê projeyasayê dikin.
Di projeyasaya bûdceya nû ya Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê cardin jî kêmtir ji %17 hatiye danîn û weke sala bihorî tenê %12.6ê bûdceyê weke pişka Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin.
Herwiha berovajî yasa û destûrê, navê statuya Herêma Kurdistanê jî weke xwe di projeyasayê de nehatiye bikaranîn, ku ew yek jî rastî rexneya aliyên Kurdistanî hatiye.
Rudaw
