6.8 milyon kes ji Sûriyê derketine
Xelkê Sûriyê ji ber şerê navxwe û kirîzên di encama wî şerî de derketin, nêzîkî 6 milyon kes koçber û penaber bûn û bi qasî wan jî di nava Sûriyê bi xwe de koçber bûn. Li gorî amarên fermî ji despêka şerê navxwe yê Sûriyê nêzîkî 6.8 kes ji xelkê wê penaberî welatên derve bûne.
Ehmed xelkê bajarê Reqayê ye, berî şerê Sûriyê destpê bike ew rêveberê dibistanekê bû li Reqayê. Piştî ku DAIŞê bajarê Reqayê kontol kir, li gel malbata xwe koçberî bajarê Homsê bû û ji wê demê ve li wir dijî.
Welatî ji Reqayê Ehmed dibêje: “Piştî hatina DAIŞê dibistan rawestiyan. Hinek xelk derketin cihên ewle. Li wir êdî ewlekarî nema bû, bi taybet ji bo zarokan, tirs hebû bên revandin, perwerde nemabû. Jiyan zehmet bibû.”
Ehmed li Humsê karê gihandina nan dike, daku debara malbata xwe bike.
Ehmed herwiha got: “Li Reqayê derdora 62 dibistanên seretayî û amadeyî hebûn, em dikarin bibêjin ku eger heye tenê du dibistan nehatibin wêrankirin. Amerîka dixwaze nifşekî nezan ava bike, çi li Hesekê, çi li Reqa an çi jî li Dêrê be.”
Bajarê Reqayê 2013an grûpên ser bi opozisyona Sûriyê bajarê Reqayê kontrol kir. 2014 DAIŞê Reqa ji destê grûpên opozisyonê derxist. 2017 Hêzên Sûriye Demoqratîk (HSD)ê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî Reqa ji destê DAIŞê derxist. Di wî şerî de derdora 3250 kes hatin kuştin 1130 ji wan sivîl bûn. Ziyan gihişt 12.781 xanî û ji wan 3326 xanî bi temamî wêran bûn.
Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî ji despêka şerê navxwe yê Sûriyê ji 2011an ve nêzîkî 6.8 kes ji xelkê wê koçberî welatên derve bûne û 6.9 milyon kes jî li nava Sûriyê derbider bûne.
Rudaw
