• Sunday, 22 February 2026
logo

AKP: Em têkiliyên xwe li gel Esed normal dikin

Gulan Media August 17, 2022 Nûçe
AKP: Em têkiliyên xwe li gel Esed normal dikin

Dibêje vê têkiliyên xwe bihêztir bikin.

Cîgirê Serokê giştî yê AKP Heyatî Yazicî derbarê têkiliyên navbera Enqere û Dîmeşqê de ragihand ku, niha danûstan di navbera her du aliyan de heye lê di asteke nizim deye.

Heyatî Yazicî diyar kiriye ku, vê di navbera Enqere û Dîmeşqê de têkiliyên raste rast û bihêz werin çêkirin û asta wan têkiliyan jî were bilindtir kirin.

Nav hatî diyar kiriye ku çareseriya herî baş bo kêşeyan diyaloge lewre em neçarin têkiliyên xwe yên li gel Esed normal bikin.

Weke tê zanîn dawiya hefteya derbasbûyî jî wezîrê derve yê Tirkiyeyê tişteke wisa gotibû û jiber vê yekê jî li bajar û cîhên dagîrkirî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve li Bakûrê Sûriyeyê xwepîşandanên mezin dijî Tirkiyeyê hatibûn kirin.

Top