• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Xarpêtê erdhej çêbû

Gulan Media August 17, 2022 Nûçe
Li Xarpêtê erdhej çêbû

Li navçeya Qowanciyanê ser bi parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pile pêk hat.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku 17ê Tebaxa 2022ê li navçeya Qowanciyanê demjimêr 07:24an bi hêza 4,0 pile û 12 kîlometre di bin erdê de erdhejek çê bûye.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Xarpêtê di encama erdhejê de ti zerareke canî û madî çênebûye.

Herwiha hat gotin ku xebatên lêkolînê berdewam in.

 

Rudaw

Top