• Monday, 16 February 2026
logo

Xaminêyî ji serokomarê Iraqê xwast: Miqatî Heşda Şeibî be!

Gulan Media November 18, 2018 Nûçe
Xaminêyî ji serokomarê Iraqê xwast: Miqatî Heşda Şeibî be!
Rêberê Îranê Elî Xaminêyî ji serokomarê kurd yê Iraqê Berhem Salih xwast, Heşda Şeibî biparêze!

Serokomarê Iraqê Berhem Salih duh li Tehranê bi rêber û rayedarên Îranê re hevdîtin kir.

Li gorî medyaya Îranê, di hevdîtina Xaminêyî û Berhem Salih de, Xaminêyî piştî ku pesnê Heşda Şeibî dide, ji Berhem Salih dixwaze miqatî Heşda Şeibî be! ji ber ku wan şerê DAIŞ û terorê kirine!

Heşda Şeibî, versiyona Iraqî ya pasdarên Îranê ye ku ji milîsên şîe pêk hatine û piraniya fermande û pisporên wan serbazî jî Îranî ne. Piraniya komên Heşda Şeibî yekser ji aliyê pasdarên Îranê ve tên meşandin.

Basnews
Top