• Monday, 16 February 2026
logo

Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê: Nabe em Kurdistanîbûna xwe ji bîr bikin

Gulan Media November 18, 2018 Nûçe
Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê: Nabe em Kurdistanîbûna xwe ji bîr bikin
Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê dibêje, divê ew berpirs û rayedarên kurd yên ku di nav hikûmeta Iraqê de ne, Kurdistanîbûna xwe ji bîr nekin û her dem di xema gelê Kurdistanê de bin.

Parlamenterê kurd û serokê firaksyona Yekgirtû li parlamentoya Iraqê Musenna Emîn ji BasNewsê re got, çi parlamenterên kurd yên Iraqê çi berpirsên kurd yên hikûmeta Iraqê, lazim e tenê di xema Iraqê de nebin divê di xema Kurdistanê de jî bin û Kurdistanîbûna xwe ji bîr nekin.

Musenna Emîn her wiha got, em bi neçarî bi welat û dewletekî ve hatine girêdan ji ber wê jî em dîsa neçar in hinek tiştan qebûl bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku em Kurdistanîbûna xwe û xewna xwe ya serxwebûnê ji bîr bikin. Divê ev mijar her dem di bîra me de be.

Basnews
Top