• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerkûk- Di pevçûna malbatekê de çend kes birîndar bûn

Gulan Media August 16, 2022 Civakî
Kerkûk- Di pevçûna malbatekê de çend kes birîndar bûn

Li taxa Barûtxaneyê ya Kerkûkê şer û pevçûn derket û kesek birîndar bûye.

Efserê polîsê Azadî yê Kerkûkê Aram Mihemed ji BasNews re ragihand: ‘’Şeva duşemê 15.08.2022ê li taxa Barûtxana bajarê Kerkûkê şer û pevçûn di nava malbatekê de derketiye û encamê de çend kes birîndar bûne.

Herwaha Aram Mihemed got: Li gor zanyariyên destpêkê kesê bi navê Diyarî teqe li xezûrê  birayê xwe yê bi navê Omer Şefîq kiriye û birîndar kiriye, keça bi navê Bêxal Omer jî bi alavên din hatiye birîndarkirin.

Di berdewamiyê jî de Aram Mihemed ragihandiye: “Ew malbatek in ku di navbera xwe de pirsgirêk hebûne û pirsgirêk zêde bûne û polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Li gor zanyariyên ketine destê BasNewsê, şer di navbera malbata zilamekî û mala xezûrê wî de derketiye.

 

 

Basnews

Top