Hevserokê HDPê yê Colemêrgê hat girtin
Hevserokê rêxistina navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Hasan Ozek bi hinceta “endamtî, alîkarî û piştgiriya rêxistinê” hat girtin.
Hevserokê rêxistina HDPê yê parêzgeha Colemêrgê Hasan Ozek ku 12ê Tebaxa 2022ê di encama operasyonekê de ligel hejmareke endam û rêveberên wê partiyê de hatibû desteserkirin roja Duşemê 15ê Tebaxê bi biryara Dadgera Ceza ya navçeya Çelê hat girtin.
Rêxistina HDP ya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê Twîtterê îro derbarê Hasan Ozek de peyamek belav kir û dibêje: “Hevserokê me yê navendê Hasan Ozek ku berî du rojan bi awayekî nehiqûqî hatibû desteserkirin bi biryara dadgehê hat girtin. Zordarî û girtin nikare rê li têkoşîna me bigre.”
Li parêzgehên Wan, Colemêrgê û Amedê yên Bakurê Kurdistanê û bajarê Edenê yê Tirkiyê 13ê Tebaxa 2022ê hêzên ewlekariyê bi operasyonekê avêtibûn ser çend navnîşan û herî kêm 15 kes desteserkiribûn. Di dema destserkirinê de hêzên ewlekariyê derî şikandin û li hinek kesên desteserkirî dabûn.
Rudaw
