Zêbarî hişyariya derketina şerê navxwe yê Şîe da
Roja 15.08.2022yê endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, ji ber nakokiyên berdewam ên di navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê de hişyariya derketina şerê navxwe yê Şîe da.
Zêbarî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand û hişyarî da û got, şerê navxwe bi biryara rêveberan destpê nake. Di sala 1994ê şerê navxwe li Herêma Kurdistanê bi biryara rêveberan ve destpê nekir, bûyerên tundiya takekesî û wirde wê de ji aliyê çend berpirsekî li qadê bû sedemê şerê navxwe.
Hoşyar Zêbarî dibêje nakokiyên siyasî naha di navbera şîeyan de geheştiye lûtkeyê û pêwîst pêşî lê bê girtin û ders ji dîrokê bên wergirtin.
