• Sunday, 22 February 2026
logo

Mekteb siyasiya PDK bo 76mîn salvegera damezrandina xwe peyamek belav kir

Gulan Media August 16, 2022 Nûçe
Mekteb siyasiya PDK bo 76mîn salvegera damezrandina xwe peyamek belav kir

Dibêje 76 sale di eniya pêş ya berxwedanê dene.

Îro 16ê Tebaxê, 76mîn salvegera damezrandina partiya demokrata Kurdistanê ye, û bi vê minasebetê jî mekteb siyasiya PDK peyamek bo raya giştî belav kir.

Mekteb siyasiya PDK di peyama xwe de him 76mîn salvegera damezrandina PDK û him jî roja ji dayikbûna Serok Barzanî pîroz kiriye, hêviya leş saxiyê bo Serok Barzanî û berdewamiya xebat û têkoşînê jî bo PDK xwestiye.

Di peyamê de behsa pêvajoya damezrandinê, dîrok, xebat û têkoşîna PDK ya bo bidest xistina mafên reva yên gelê Kurdistanê hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku 76 sale PDK di çeperên pêş yên berxwedan û têkoşînê û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê deye.

Di  berdewamiya peyama han de behsa rola PDK bi Serokatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî û pişt re jî bi Serokatiya Serok Barzanî bo rûbirû bûna rejîma Besê, dagîrkarî û zordariyê hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku PDK di nava dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê de, hertim pêşeng bûye û rola berpirsiyartiya yekem li stuya xwe girtiye û niha jî di vê pêvajoya han de bi heman awayî, PDK pêşenge û bo berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê hertim pêşeng bûye û berdewam dibe li ser pêşengî kirina gelê Kurd û berevanî kirin ji maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê.
 
Nûçe

Top