Hevpeymaniya Fetih: Tenê Barzanî dikare dawî li xitimîna siyasî ya li Iraqê bîne
Serkirdeyekî Hevpeymaniya Fetih got, Barzanî "kesê tenê ye" ku dikare dawî li xitimandina proseya siyasî li Iraqê bîne.
Serkirdeyê Hevpeymaniya Fetih Ayd Hilalî ji rojnamevanan re got: destpêşxeriyên Barzanî dikarin dawî li kêşeya ku ev nêzîkî salekê ye ji ber encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê derketiye, bîne.
Herwiha Ayd Hilalî got: “Barzanî dikare rola navbeynkariyê bilîze ji bo bidawîanîna kêşeyên di navbera aliyên siyasî bi taybetî Şîeyan û ev yek jî dibe sedem ku Iraq dawî li kêşeya siyasî bîne.’’
Li ser hevdîtina Serok Barzanî û Hadi Amirî jî Ayd Hilalî dibêje: ‘’Hevdîtina Mesûd Barzanî û Hadî Amirî ji bo handana Serok Barzanî bû ku ber bi bidawîkirina xitimandina proseya siyasî ya Iraqê ve biçe.’’
Basnews
