Seroka Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî kir
Bi helkefta 76 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Serokê Parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî û Mekteba Siyasî ya wê partiyê kir.
Îro roja sêşemê 16.08.2022an Rêwaz Fayeq Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi boneya 76 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kir û got: ‘’Em pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re dikin.’’
Herwiha di berdewamiya peyama xwe jî de Rêwaz Fayeq dibêje: ‘’Em hêvîdar in ku ev salroj di vê qonaxa girîng û hestiyar de bibe çavkaniya geşepêdana zêdetir di xebata hizbî û siyasî û pêngavên ji bo girêdana xetên neteweyî yên yekrêzî û yekgirtina gelê kurd û bidestxistina hemû maf û azadiyan, avakirina aramiya siyasî û civakî, em careke din we pîroz dikin, her tim serkeftî û serfiraz bin."
Basnews
