• Sunday, 22 February 2026
logo

Li Enqerê bahoz: Kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn

Gulan Media August 16, 2022 Nûçe
Li Enqerê bahoz: Kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn

Li paytexta Tikriyê bajarê Enqerê ji ber bahoz û baranê stûna avahiyekê hilweşiya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Parêzgarê Enqerê Vasip Şahin ragihand ku ji ber bahoz û barana bi dijwar, 3 welatî di bin stûna hilweşiyayî de mabûn û li nexweşxaneyê dihatin dermankirin, lê kesê bi navê Taha Ozturk yê 21 salî canê xwe ji dest daye.

Saziya Keşnasî ya Tirkiyê beriya hefteyekê derbarê rewşa hewayê de bo çend parêzgehan hişyarî dabû ku Stenbol û Enqere jî di nav de bûn.

Duh bahoza Enqerê destpê kir.

 

Rudaw

Top