• Sunday, 22 February 2026
logo

Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê bo Misrê peyama sersaxiyê

Gulan Media August 16, 2022 Nûçe
Ji Serokatiya Herêma Kurdistanê bo Misrê peyama sersaxiyê

Serokatiya Herêma Kurdistanê ji ber şewata li dêreke bajarê Gîza ya Misrê ku di bûyerê de 42 kesan canê xwe ji dest dan, hevxemiya xwe gihand hikûmet û gelê Misrê û ji gelê Misrê re sersaxî xwest.

Îro Yekşembê 14ê Tebaxa 2022an li navçeya Îmbabê ya ser bi parêzgeha Gîzayê ve agir bi dêra Ebû Seyfeyn a Qibtiyan ket û di encamê de herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji ber wê bûyerê sersaxî ji gel û hikûmeta Misrê re xwestiye.

Di daxuyaniya xwe de, Serokatiya Herêma Kurdistanê hevxemiya xwe bo malbat û kesûkarên qurbaniyên wê bûyerê nîşan daye û hêvî kiriye birîndarên bûyerê di demeke nêzîk de baş bibin.

 

 

Rudaw

Top