Erdogan û Trump hevdîtinek telefonî pêkanîn!
Serokkomarê Tirkiyê ji serokê Amerîkayê daxwaz kir û got: Enqere li bendî wê yekê ye, ku Washigton piştevaniya xwe ji YPGê û PYDê re rawestîne, ji ber ku ew herdu hêz du rêxistinên terorîst in û ser bi PKKê ve ne.
Herwiha herdu aliyan behsa giringiya destpêkirina gerên çavdêriyê di navbera Amerîka û Tirkiyê de li Minbicê kirin.
Di beşekî din ê wê peyvendiyê de, behsa dosyaya kuştina Xaşuqçî û lêkolînên Amerîkayê yên derbarê rêxistina Fetullah Gulen de hate kirin
Basnews
