Li Şirnexê teqîn – Herî kêm serbazek hat kuştin
Duh li devera Qilaban ya Şirnexê, di encama teqînekê de serbazekî Tirkiyê hat kuştin û 4 serbaz jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Tirkiyê, teqîn di dema avêtina topên hawanê de qewimiye.
Çend roj berê jî li devera Şemzînan ya Şirnexê cebilxane teqiyabû, herî kêm 7 serbaz hatibûn kuştin û 26 serbaz jî birîndar bibûn.
PKKê gotibû, ew bûne sebeba teqîna Şemzînanê lê rayedarên Tirkiyê ew îdia red kiribûn.
Basnews
