• Sunday, 22 February 2026
logo

Rûsye daxwaza hevkariyê ji Rojavayê dike

Gulan Media August 15, 2022 Nûçe
Rûsye daxwaza hevkariyê ji Rojavayê dike

Rayedarekî nêzî Putin bi nihênî li gel welatên Rojavayî peyviye.

Li gor nûçeyeke rojnameya The Mirror gazetesi ya Brîtanî, şerê navbera Rûsye û Ukraynayê derbasî roja 173an bûye û nerazîbûnên dijî şerê li Rûsyeyê her diçe zêdetir dibin û Putîn gelek tengav bûye.

Rojnameya nav hatî diyar kiriye ku Putin ji tirs û fikarên xwe yên lihember raya giştî ya Rûsyeyê, daxwaza hevkariyê ji Rojavayê kiriye.

Di vê çarçoveyê de rayedarekî nêzî Putin bi nihênî li gel rayedarên welatên Rojavayî derbarê rewşa Ukrayna û Rûsyeyê de giftûgo kiriye û bo bi dawî anîna şerê daxwaza alîkariyê ji welatên Rojavayî kiriye.

 

 

Top