• Sunday, 22 February 2026
logo

Pirtûkek li ser kesayetên navdar ên Kurd hat belavkirin

Gulan Media August 15, 2022 Hunerî
Pirtûkek li ser kesayetên navdar ên Kurd hat belavkirin

Du nivîskarên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê pirtûkek li ser kesayetên navdar ên Kurd nivîsandin û belav kirin.

Pirtûka Navdarên Kurd anku bi Erebî Meşahîr El-Kurd, ji aliyê Behcet Ehmed û Narîn Omer ve hatiye nivîsandin.

Ew pirtûka dîrokî ji 134 rûpelên  14×20pêk tê û behsa 24 kesayetên Kurd dike ku roleke wan di wêjeya Kurdî de hebûye.

Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Ava ve hatiye çapkirin û weşandin.

Herwiha mijarên din ên girîng ên têkildarî Newrozê, Kawayê Hesinkar, çîroka bahozê, rastiya topên eydê di pirtûkê de cih digirin.

Nivîskar Narîn Omer derbarê pirtûkê de dibêje, "Girîngiya wê di wê yekê de ye ku bi awayekî akademîk li ser dîrok û koka gelê Kurd lêkolînan dike, herwiha behsa jînenîgariya 9 jinên Kurd dike kêm behsa dîroka wan hatiye kirin."

Nivîskar Behcet Ehmed ji xeynî vê pirtûka nû, pirtûka dîroka bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê jî nivîsandiye û gelek lêkolînên wî yên dîrokê li ser dîroka bajarê Dêrikê hene.

 

 

Rudaw

Top