Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Fetih kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Tebax 2022an li Hewlêrê ligel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiya.
Di hevdîtinê de, guftûgo derbarê dawî rewşa Iraqê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin.
Serokê Hevpeymaniya Fetih amaje bi wê da ku Herêma Kurdistanê u serkirdatiya wê, roleke wan a aktîv di hevkêşeyên siyasî yên Iraqê de heye. Ji ber wê pêwîst e hemû alî û pêkhateyên Iraqê riya guftûgoyan bigirin û hewlên xwe ji bo rizgarkirina Iraqê ji vê rewşa metrisîdar bidin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pistevaniya xwe ji bo her cure danûstandinan nîşan da ku li ser bingeha hevqebûlkirin û bihêzkirina baweriyê di navbera pêkhateyên Iraqê de be. Her wiha amaje bi wê da ku pêkhateyên Iraqê gelek berjewendiyên wan ên hevbeş heye ku dikare bibe bingeha jihevnêzikbûn û çareserkirina pirsgirêkan.
Serokwezîr Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir ku cibicikirina destûrê di berjewendiya hemû pêkhateyan de ye û Iraqê dixe ser riya pêşketin û vejînê.
K24
