Bi hevkariya Hevpeymanan du firqeyên nû yên Pêşmerge tên avakirin
Di civîna di navbera Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr û Serokê Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel Soriya de, behsa çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge hat kirin.
Civîn ku duhî 14ê Tebaxa 2022an hat pêkanîn û pirsên sereke yên civînê, pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge, pêwendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Tîma Şêwirmendên Hêzên Hevpeymanan û hevkariyên lojistî yên hêzên Hevpeymanan ji hêzên Pêşmerge re bûn.
Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberê Rêveberiya Hevahengî û Pêwendiyan jî di civînê de amade bû û tê de baştirkirina awayê fermandeyî û kontrolkirinê di nava hêzên Pêşmerge de hat kirin.
Her di vê civînê de, guftûgo derbarê çawaniya pêkanîna du firqeyan ji bo hêzên Pêşmerge hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serokerkanê Wezareta Pêşmerge xweşhaliya xwe derbarê van pêngavan û baştirkirina cure û awayê alîkarî û hevkariyên lojistî yên ji hêzên Pêşmerge re nîşan da. Ev cure hevkarî dibin sedema bilindkirina ast û karîna hêzên Pêşmerge.”
Di mijareke din a civînê de, guftûgo derbarê başkirina pêwendiyên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de hatin kirin û encamdana operasyonên hevbeş ên di navbera her du aliyan de li dijî teroristan, bi giring hat zanîn.
Basnews
