Li Pakistanê kamyona barhelgir bi ser otobûsê de qulibî: 13 kes mirin
Li eyaleta Pencap ya Pakîstanê kamyona barhelgir li otobûsa rêwiyan qelibî û li gor agahiyên destpêkê 13 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya televezyona Geo Newsê, li bajarê Rehîm Yar Xan otobûseke rêwiyan kete çaleke mezin ya dinava rê de. Di wê demê de kamyona ku li wê rêyê di pişt de dihat jî, ser otobûsê de qelibî.
Rayedaran ragehandin li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûne.
Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgar kirinê berdewamin.
Basnews
