• Sunday, 22 February 2026
logo

Şingal – Di rojekî wek îro de hezar û 320 kesên Êzdî rastî komkujiyê hatin

Gulan Media August 14, 2022 Nûçe
Şingal – Di rojekî wek îro de hezar û 320 kesên Êzdî rastî komkujiyê hatin

Berpirsê lijneya PDKê li Sîba Şêxidir a qeza Şingalê ragehand, rojekî wek îro ango roja 14.08.2007ê de terorîstên El Qaîdê bi rêya 4 kamyonên tejî TNT ve, zêdetir ji hezar û 320 hemwelatiyên sivîl ên Sîba Şêxidir û Gir Izêr bi komkujiyekî ve bûn qurbanî.

Berpirsê lijneya PDKê li Sîba Şêxidir a qeza Şingalê Feysel Qasim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro salvegera komkujiya Sîba Şêxidir û Gir Izêr e, ku hezar 320 hemwelatiyên sivîl bûn qurbanî. Dema ku 4 kamyonên tejî TNT ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst ên El Qaîdê ve nav xelkê sivîl ên Sîba Şêxidir û Gir Izêr de teqandin bûn sedem ku zêdetir ji hezar û 320 hemwelatî jiyana xwe ji dest bidin û hezar kes jî birîndar bûn. Beşek ji wan birîndaran naha seqet û kêm endam in, di wê bûyerê de hejmarekî zêde ya zarok, keç, jin û pîr bûn qurbanî.’’

Herwaha got: ‘’Wê demê temamê birîndarên wê kiryara terorîstî ji nexwaşxaneyên Herêma Kurdistanê re hatin veguhestin. Li nexwaşxaneya beşa lezgîn a Duhokê çareserî ji bo birîndaran hate kirin û xelkê Duhokê helmetekî mezin a xwînbexşînê ji bo wan birîndaran da destpê kirin. Hemû wan kesên ku jiyana xwe jî ji dest dane, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wek şehîd hatin pênase kirin û xizmeta kesûkar û mîratgirên wan hate kirin.’’

Berpirsê lijneya PDKê li Sîba Şêxidir got: ‘’Temamê wan xaniyên di wê kiryara terorîstî de hilweşiyan, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin ava kirin û xelkê ziyanlêketî hate qerebû kirin.’’

 

Basnews

Top