• Sunday, 22 February 2026
logo

HPG û Artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Gulan Media August 14, 2022 Nûçe
HPG     û    Artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de dibêje, li herêma Zapê 4 leşkerên Artêşa Tirkiye hatine kuştin û 3 leşker jî birîndarbûne. Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî canjidestdana 6 gerilayên PKKê li Çiyayê Metîna û Herêma Xakurkê ragihand.

Li gor daxuyaniya ku HPGê roja 13ê Tebaxa 2022ê belavkiriye, hêzê wan di 48 demjimêrên borî de li herêma Zapê rûbirûyî leşkerên Artêşa Tirikiye bûne ku hewil didan li wê navçeyê ber bi pêş ve biçin. Bi gotina HPGê gerilayên wan ji dû aliyan ve çalakiyek li dijî wan leşkeran pêkanîne û di encam de 4 leşkerên Tirkiya hatine kuştin û 3 leşker jî birîndarbûne.

Îro 14ê Tebaxa 2022ê Wezareta Beravniya Tirkiye jî di daxuyaniyeke xwe de canjidestdana 6 gerilayên PKKê li Çiyayê Metîna û Herêma Xakurkê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de ragihand.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta gerîlayên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewam e.

Rojane di encama rûbrûbûnên wê operasyonê de çend leşkerên Tirk tên kuştin û birîndarkirin û çend gerilayên PKKê jî canê xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

 

Top