• Sunday, 22 February 2026
logo

Erdogan: Me 5 hezar û 600 daxwazên Elewiyan bicih anîne

Gulan Media August 14, 2022 Nûçe
Erdogan: Me 5 hezar û 600 daxwazên Elewiyan bicih anîne

 Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Şemiyê li bajarê Nevşehîrê yê Tirkiyê beşdarî çalakiya bîranînê ya Haci Bektaşî Velî bû ku salane ji aliyê Elewiyan ve tê kirin. Erdogan li wir gotarek pêşkêşkir û ragihand ku berpirsên hikûmeta wî serdana hezar û 585 cemxaneyên Elewiyan kirine û 5 hezar û 600 daxwazên Elewiyan bicihanîne.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan şeva borî 14ê Tebxa 2022ê bi helkefta 751emîn salvegera koça dawî ya yek ji kesayatên navdar û pêşengê Elewitiyê Haci Bektaşî Velî serdana Dergaha wî ya li navçeya Bektaş a Nevşehîrê kir û li wir piştî civîna ligel berpirs, nûner, pîr û dedeyên Elewiyan  gotarek pêşkêş kir.

Erdogan ragihand, berpirsên hikûmeta wî li seranserî Bakurê Kurdistan û Tirkiye serdana hezar û 585 cemxaneyên Elewiyan kirine û got “5 hezar û 600 daxwazên Elewiyan hatine bicihanîn.”

Recep Tayîp Erdogan got jî ew dê demek nêzîk de 8 cemxaneyên ku li bajarên cuda avakirina wan temambûne û kevirê wan ê bingehîn hatine danîn bi merasîmekê vekin.

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan dibêje"Serdana hezar û 585 cemxaneyên li welatê me hatiye kirin û bi giştî 8 hezar û 740 daxwazên welatiyên me yên Elewî hatine destnîşankirin. Demildest 5 hezar û 600 ji van daxwazan hatine bicihanîn. Derbarê daxwazên din jî wezîrên me yên navxwe,  çandê û wezaretên din yên peywendîdar, karûxebatan dikin. Înşallah ev jî dê di demek nêzîk de bigihin encamekê. Herwiha dê merasîmeke bikom  ya vekirinê bo 8 cemxaneyên ku  li bajarên me yên cuda  temambûne û kevirê wan ê bingehîn hatine danîn,  bê kirin. Weke ku me hercar gotiye, 85 milyon welatiyên Tirkiyê bi asta yekem.”

Elewî li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistandi 16ê Tebaxê de salene ji bo bîranîna Haci Bektaşi Velî li dergaha wî ya li navçeya Bektaş a Nevşehîrê çalakiyên bîranînê lidardixin ku yek ji kesayatên navdar û pêşengê Elewitiyê ye. Îsal jî weke hersal bo salvegera bîranîna Haci Bektaşi Velî çalakî tên kirin û duh  13ê Tebaxa 2022an ew çalakî dest pê kirin.

Salane ji 4 aliyên cîhanê, Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kesayet û pîrên Elewî beşdarî van çaklakiyan dibin û tê pêşbînikirin îsal jî hezar û 500 dedeyên Elewiyan beşdarî wan çalakiyan bibin.

Serokkomarê Tirkiye çend rojên borî piştî êrîşa li ser çend cemxane û saziyên Elewiyan li bajarê Enqerê yê Tirkiyê serdana Cemxaneya Huseyîn Gazî kiribû û ligel Elewiyan civiyabû.

Ev serdanên Serokkomarê Tirkiye bo sazî û îbadetxaneyên Elewiyan di demekê de ne li Tirkiye ji salekê kêmtir bo hilbijartinên giştî mane û beşek ji nûner û berpirsên komele, weqf û saziyên Elewiyan vê pêngava Erdogan weke kampanyayeke wê hilbijartinê dibînin û dibêjin tenê dixwaze bi van hewldanan dengên Elewiyan bi dest bixe.

16ê Tebaxa 1964an Dergaha Haci Bektaşi Velî ya li Nevşehîrê weke muzexane hat vekirin û ji wê dîrokê ve salene ev roj weke roja bîranîna Haci Bektaşi Velî hatiye ragihandin û ev roj bûye sembolek di nav Elewiyan de.

Bi gotina beşek ji berpirsên Elewî li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derdora 15 heta 25 milyon Elewî hene ku beşeke zêde ya wan jî Kurd in lê hikûmetên Tirkiyê heta niha di fermiyetê de ti statûyek nedane cemxane û îbadetxaneyên wan. Berovajî vê yekê Elewî ji ber ol û baweriya xwe çendîn car hatine komkujkirin ku komkujiyên Sêwas, Gurgum, Meletî û Çorumê yên sereke ne û di wan de bi sedan Elewî hatine kuştin û birîndarkirin.

 

Rudaw

Top