Taywanî daxwaza çareseriya bi diyalogê dikin
Keraxên grava Kinmenê ya Taywanê tenê 3 kîlometreyan ji Çînê dûr e û ji vê derê bi hêsanî bajarê Zyamnî yê Çînê tê dîtin. Jang En She, serbazekî xanenîşîn ê artêşa nasyonalîst a Taywanê ye, ew ne alîgirê şer e û daxwaz ji Çînê dike êrîşî ser gravan neke û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin.
Serbazê xanenîşîn Jang En She got, “Zehmet e mirov bi temamî behsa rewşê bike. Nizanim eger bixwazin an plana wan a dagirkirinê hebe. Em nizanin planên wan ên serbazî çi ne. Lê ji bo her du aliyan wiha baş e ku nakokiyan bi rêya diyalogê çareser bikin.”
Çînê herî dawî sala 1958 êrîşî girava Kinmenê kir, ku 618 welatiyên sivîl hatin kuştin û nêzîkî 2600 kes jî birîndar bûn.
Sînorê di navbera Çîn û Taywanê de ye. Girava Kinmenê ku ya Taywanê ye tenê 3 kîlometreyan ji Çînê dûr e. Heman demê ji ber nêzîkbûna Çînê, yekem qurbaniyê şerê di navbera Çîn û Taywanê de bû. Ji sala 1945an ve 3 caran şer di navbera Çîn û Taywanê de derket û ya dawî sala 1958an bû. Paşmayiyên şer heta niha jî li keraxan mane û geştyar ji bo dîtina wan berê xwe didin Kenminê. 140 hezar Taywanî li vê giravê dijîn, dibêjin, eger Çîn êrîş bike ew amade ne ji bo şer.
Serbazê Artêşa Esmanî Joseph Len anî ziman, “Bê guman şer dikim. Ji ber ku Taywaneke tenê heye. Em çi bikin eger Taywan nemîne? Ti daxwazeke min ji bo rûbirûbûna şer nîne. Lê eger çê be, bi dilxweşî xwe dikim qurbaniyê Taywanê.”
Çîn, Taywanê wek beşeke axa xwe qebûl dike lê Taywan daxwaza serxwebûnê dike. Ev 64 sal in xwedî hikûmeteke xwerêvebirinê ye.
Piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê, bo giravê ya di 2ê Tebaxê de qonaxeke nû ya aloziyê di navbera Taywan û Çînê de dest pê kir.
Rudaw
