• Monday, 16 February 2026
logo

Rûsya dixwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê pêkanîn

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Rûsya dixwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê zû bê pêkanîn
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova daxwaza pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ragehand ku, pêwendiyên dostane yên dîrokî û bihêz di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova di kongreyeke rojnamevanî de, behsa pêşeroja pêwendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û daxwaz kir, ku di zûtirîn dem de, Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê were pêkanîn û li gel Bexdayê kêşeyan çare bike.

Maria Zakharva tekez kir, ku pêwendiyên dostane yên dîrokî û bihêz di navbera Rûsya û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene û got: Em berdewam di pêwendiyeke siyasî rasterê de ne li gel serokatiya Herêma Kurdistanê.

Herwiha Berdevka Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova da zanîn ku, berî niha li Moskoyê nûnerê taybet ê serokê Rûsya ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqya û cîgirê wezîrê derve Mikail Bogdanov li gel şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiyane.

Zakharova di kongiriya rojnamevanî de got jî ku, hêvîdike partiyên Kurdî hemû bizavên xwe bikin daku bi zûtirîn dem Hikûmeteke çalak û cihê baweriyê pêk bînin, bi awayekî ku karibe pirsgirên di nav Hewlêr û Bexdayê de, çareser bikin.

Waar.tv
Top