• Monday, 16 February 2026
logo

Berpirsekî ereb: Rakan Cibûrî endamê DAIŞê bû

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Berpirsekî ereb: Rakan Cibûrî endamê DAIŞê bû
Berdevkê eşîretên erebên deşta Nînowayê Muzahim El Hiwêt ragehand ku, Parêzgarekî Heşdî Şeibî li Kerkûk piştî 16ê Cotmehê li ser parêzgehê hat sepandin û hewla pêkanîna fitneyeke taîfî li Kerkûk dike tekez kir ku, Rekan Cibûrî di dema borî de ser bi DAIŞê ve bû û ew navê pê dihat naskirin jî aşkere kir.

Di daxuyaniyekê de Berdevkê eşîretên erebên deşta Nînowayê Muzahim El Hiwêt ji BasNewsê re ragehand ku, Biryara Rakan Cibûrî bi terxankirina zêdeyî 1600 parçe erd li Kerkûkê bo çekdarên Heşdî Şebî û erebên ku, ji parêzgehên din ên Iraqê anîne xelata dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî bû ji wan ereban re.

Mûzahim Hûwêt eşkere kir ku, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rekan Cibûrî dixwaze şerê taîfî li Kerkûkê di nav Kurd û Ereban de çêbike.

Berdevkê eşîretên erebên deşta Nînowayê Muzahim El Hiwêt Rakan Cibûrî bi endametiya DAIŞê tometbar kir û got ku, berê bi navê Ebu Xedîce di nav rêzên DAIŞ de bû.

Basnews
Top