• Monday, 16 February 2026
logo

Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê bersiva daxwazeke PKKê da

Gulan Media November 16, 2018 Nûçe
Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê bersiva daxwazeke PKKê da
Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê bersiva daxwazeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) da.

Dadgeha Bilind a Yekîtiya Ewropayê roja Pênşemê 15.11.2018 li baregeha xwe ya li Luxembourgê pêdaçûn û danûstandin li ser daxwazeke PKKê kir ku, di sala 2014 de pêşkêş kiribû kir.

PKKê di daxwazkariyekê de gotibû ku, ew dixwazin wan rêkar û bendên Encûmena Yekîtiya Ewrpayê li ser wan sepandibûn rakin û partiya wan ji nav lîsta terorê derxînin.

Piştî pêdaçûnê û danûstandinê Dadgeha Yekîtiya Ewropayê daxwaza PKKê red kir û biryara da PKKê di nav lîsta terorê de bihêle.

Top