• Sunday, 22 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Binkeya Laleşê xizmeteke berçav a kultûr û çanda Kurdî kiriye

Gulan Media August 12, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Binkeya Laleşê xizmeteke berçav a kultûr û çanda Kurdî kiriye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî desteya nû ya Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê kir, bi boneya bidawîhatina kongreya wan a 14emîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî desteya nû ya Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û got: “Bi helkefta serkeftina kongreya çardemîn a Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û hilbijartina desteya nû, germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.”

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat jî: “Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, xizmeteke berçav a kultûr û çanda Kurdî kiriye, nemaze parastin û pêşvebirina kultura Êzidayetiyê. Hêvîdar im hûn di xebat û têkoşîna xwe de ji bo xizmetkirina pirsên niştimanî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

 

K24

Top