Tirkiyê bo Efrînê hêzeke taytbet ava kir
Li gor medyaya Tirkiyê di kordînasyona Serokatiya Tevgera Taybet de ji Şaxên Tevgera Taybet ên Enqere, Hatay û Dîlokê 12 tîm hatine damezirandin û li herêma Efrînê hatine bicihkirin
Teşkilata polîsê herêmî ku mîna bingehê Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê hatiye damezirandin, ji 7 şaxên sereke yên bi navê "Dijeteror", "Îstixbarat", "Asayîş", "Trafîq", "Lêkolîna Ciyê Bûyerê", "Jinavbirina Bombeyê" û tîma taybet "Komandos" pêk tê.
Di vê çarçoveyê de polîsên pispor ên Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Tirkiyê her yek jê di warê pisporiya xwe de perwerdeyê dide kesên wek polîsên li herêmê hatine bicihkirin.
Pisporên ewlehiyê herwiha perwerdeyê dide wan kesan jî ku dê li herêmê di girtîgeha ku dê were çêkirin de peywirê bikin.
Hêza Peywira Sûriyê li herêmê ligel leşkerên artêşa Tirkiyê û en damên MÎTê carna tevlî çalakî û operasyonan jî dibin.
Rudaw
