• Monday, 16 February 2026
logo

Soylu: Îsal 88 hezar operasyon li dijî PKKê hatin kirin

Gulan Media November 15, 2018 Nûçe
Soylu: Îsal 88 hezar operasyon li dijî PKKê hatin kirin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu radigihîne, îsal nêzikî 90 hezar operasyon li dijî PKKê hatine kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu dibêje, hêzên wan li dijî gerîlayên PKKyê îsal 87 hezar 838 operasyon kirine û di encamê de hezar û 289 gerîlayên PKKê hatine bêbandorkirin.

Wezîrê Navxwe amajeya wê yekê jî dide, di encama zext û operasyonên wan de êrîşên PKKê jî li gor salên bûrî kêm bûne. PKK sala bûrî 965 êrîşan kirine, lê îsal êrîşên gerîlayên PKKê daketiye 677an.

K24
Top