• Monday, 16 February 2026
logo

Afganîstan…Talîbanê êrîş kir: 30 polîs hatin kuştin!

Gulan Media November 15, 2018 Nûçe
Afganîstan…Talîbanê êrîş kir: 30 polîs hatin kuştin!
Li Afganîstanê şeva borî rêxistina Talîbanê êrîşek pêkanî û li gor agahiyên berdest herî kêm 30 polîsên Afgan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya rayedarên Afgan, Talîbanê li rojavayê welat li eyaleta Ferah şeva borî êrîşek pêkanî û di êrîşê de herî kêm 30 polîs hatin kuştin.

Rayedarên Afgan ragehandin, hêzên ewlehiya Afganîstanê êrîşek hember dane destpê kirin û 17 çekdarên Talîbanê hatine kuştin. Çekdarên Talîbanê dema ku paşde reviyane jî gelek çek û cebilxane li gel xwe birine.

Basnews
Top