Hemwelatiyên Şingalê: Ji ber nebûna asayîşê em navegerin Şingalê!
Hemwelatiyê Şingalê yê bi navê Xelîl Şivan ji BasNewsê re got: ‘’Ji ber nebûna asayîşê em wek xelkê Şingalê nikarin vegerin. Em li bendê bûn îdareya rewa ya Şingalê vegere Şingalê û proje bên destpê kirin û asayîşa deverê çêbibe. Herwaha me dixwast bizivirin ser malên xwe, lê Heşdî Şeibî û grubên çekdar li Şingalê nahêlin. Ew naxwazin asayiş li Şingalê ava bibe û xelk vegere. Naha jiyana bin çadiran û di nav avahiyên heykel de bo me gelek baştir e heta Şingalê, ji ber li kampan de asayiş heye. Em parastî ne, li Şingalê kes tine parastina giyana hemwelatiyan bike.’’
Herwaha got: ‘’Naha desthilatiya li Şingalê tê birêvebirin, hemû di dest Heşdî Şeibî de ye. Ti zagon li Şingalê tine, xelk pişta xwe pê germ bike. Di vê rewşa naha de kes nikare vegere Şingalê.’’
Herwaha hemwelatiyê bi navê Bekir Hîder jî BasNewsê re got: ‘’Ji ber nebûna asayiş û xizmetê em nikarin vegerin. Naha deverên me hatine mayîn kirin, kî dê xwe li me bike xwedî. Heger em vegerin kes tine xwedî li me derbikeve. Em nikarin vegerin. Ti bawerî jî tine bi ereban. Ji ber nêzîkî me ne û em nikarin careke din di aştî û biratî li gel wan jiyan bikin. Ji ber wan xiyanet li xelkê Şingalê kirin. Pêwîste ew bên ceza kirin û asayiş bo Şingalê vegere û dever ji mayîn û teqemeniyê bê paqij kirin. Heta ew neyê kirin, xelk nikare vegere.’’
Serokê Civata qeza Şingalê Weyis Nayîf ji BasNewsê re got: ‘’Em di hewldanên berdewam de ne bo vegerandina îdareya rewa ya Şingalê, ku rewşa Şingalê aram be û asayiş çêbe û xelk bizivire ser cîh û malên xwe. Heta naha jî gelek asteng hene û hîn rê vegera îdareya rewa re nehatiye dayîn. Em li bendê ne hikûmeta Iraqê vê pirsgirêkê çareser bike û asayîşê vegerîne Şingalê.’’
Basnews
