• Sunday, 22 February 2026
logo

Kerkûk – Erebên hawirde bi sedan xanî ava kirine

Gulan Media August 9, 2022 Nûçe
Kerkûk – Erebên hawirde bi sedan xanî ava kirine

Li navçeyekî Kerkûkê erebên hawirde, bi sedan xanî çêkirine û îdareya sepandî ya Kerkûkê jî xizmetguzarî gehandiye wan navçeyan.

Serbazgeha Xalîd ku dikeve nêzîk galerî ango pêşengehên otomobîlan a bajarê Kerkûkê berî bûyerên 16ê cotmeha 2017ê beşek ji koçberên kurd ên ku vegeriyabûn bajar li wê deverê niştecîh bibûn. Lê piştre ew malbatên kurd li wê serbazgehê bi bahaneya zêdegavî û nebûna moletê ji kirin der û xaniyên wan ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî ve hatin dagir kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê, naha erebên hawirde li wê serbazgeha kevin dest bi çêkirina sedan xaniyan kirine û îdareya sepandî ya Kerkûkê jî xizmetguzariyên wek elektrîk, av û rê ji bo wan dabîn kirine.

 

Basnews

Top