Serokwezîr peyameke pîrozbayî pêşkêşî PSDK kir
Ev 46 sale ev partiya han hatiye damezrandin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mihemed Hecî Mehmûd kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;
Sekreterê partiya sosiyal demokrata Kurdistanê birêz Mihemed Hecî Mehmûd
Bi minasebeta 46mîn salvegera damezrandina partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî we, Serkirdatî, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.
Bi vê minasebeta han tekez li ser bihêztir kirin û pêşde birina zêdetir ya hemahengiya navbera part û aliyên Kurdistanê dikim bo berevanî kirin ji destkeftên nîştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
