• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemed Hacî Mehmûd dike

Gulan Media August 9, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mihemed Hacî Mehmûd dike

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ragihand, bi helkefta çil û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Mihemed Hacî Mehmûd û serkirdayetî û endam û alîgirên partiyê dike.

Serok Barzanî diyar kir: “Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û em qurbanî û keda we bilind dinirxînin.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê

Bi helkefta çil û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û endam û alîgirên partiya we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.

Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û em qurbanî û keda we bilind dinirxînin.

Di vê helkeftê de em hêvîdar in bihêzkirina bingehên birayetî û tebayî ya di navbera aliyan û xizmetkirina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de armanca sereke ya hemû aliyan be.

Mesûd Barzanî

08.08.2022

 

 

K24

Top