"Tirkiye li dijî bikaranîna kerta petrolê kerta avê bikar tîne"
Tirkiye di salên 1970'yan û pê de lez da çêkirina bendavên li ser Çemên Dîcle û Feradê. Tirkiye di salên dawîn de li cihê ku bendavên mezin yên wekî Bendava Ataturk'ê çêbike, bendavên piçûk çêdike. Ji ber çêkirina bendavên wekî Ilisu û Êlihê jîngeh û berhemên dîrokî bandoreke neyînî dibînin. Mamosteyê Beşa Bîyoliojiyê yê Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Profesor Doktor Ahmet Kiliç amaje kir ku; çêkirina bendavan li ser jîngehê bandorên neyînî peyda bike jî ji ber berdewamiya jiyanê pêwîst e ku bendav werin çêkirin.
Dr. Ahmet Kiliç ji K24ê re got: "Bendav di geliyên ku cûreyên zindiyên biyolijîk hene de tên avakirin û gelek cûreyên bîyolojîk wenda dibin. Lê ji bo pêdiviya avê, çêkirina bendavan neçarî ye. Wekî zanyaran pêşniyazên me ew in ku dewlet li ser avê hevkariyê bikin. Heger hevkarî were kirin dê av baştir were bikaranîn."
Li gorî ragihandina pisporan, di cihanê de çavkaniyên ava vexwarinê kêm in û ji ber germahiya gerdûnî jî roj bi roj pirsgirêkên avê zêde dibin. Bi taybetî jî di navbera Tirkiye, Iraqê û Sûrî de li ser avê pirsgirêk rû didin. Li gorî protokola ku di sala 1987'an hatiye îmzekirin divê Tirkiye ji Çemê Feradê bi têra Sûrî û Iraqê avê ji Feradê bide. Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Profesor Doktor Rûstem Erkan ji dibêje; avên ku sînoran derbas dikin bi peymanên navdewletî tê bikaranîn lê divê di navbera dewletan de jî pêwendî baş bin.
Dr. Rûstem Erkan dibêje: "Avakirina bendavan nayê wê wateyê ku dewletên din bê av werin hiştin. Tirkiye ji bo pêşiyê li hişkayiyê bigire bendavan çêdike. Heger peymanên navdewletî neyên betalkirin dê Iraq û Sûrî jî ji vê avê sûdê werbigirin. Lê heger Iraq û Sûrî ji dijî Tirkiyeyê kerta petrolê bikarbînin wê demê mafê Tirkiyeyê jî heye ku avê bikar bîne. Ya baş ew e ku pêwendî negihijin vê astê. Heger pêwendiyên navdewletan xirab bibin tu wateya peymanan namîne."
Ji ber çêkirina bendavan ava ku ji Tirkiye diherike Sûrî, Kurdistan û Iraqê kêm dibe. Pisporên pêwendiyên navdewletî amaje dikin ku, pêwîstiya Tirkiye bi gaz û petrole heye, pêwîstiya Iraq û Sûrî jî bi avê heye. Divê dewlet girêdayî peymanên navdewletî bimînin û av û petrole wekî qarteke stratejîk bikarneynin.
K24
