• Monday, 16 February 2026
logo

Li Hewlêrê konferansa navdewletiya 'Aştî Bi Rêya Miyanrewiyê' birêve diçe

Gulan Media November 14, 2018 Nûçe
Li Hewlêrê konferansa navdewletiya 'Aştî Bi Rêya Miyanrewiyê' birêve diçe
Îro li Hotêl Rotana ya Hewlêrê rêxistina Spark bi alîakriya Wezareta Derve ya Holendayê konferanseke navdewletî di derbarê Aştiyê û rûbirûbûna tundûtîjî û tundrewiyê saz kir.



Konfernas bi sponsoriya medyayî ta Tora Medyayî ya Rûdawê birêve diçe û ji 4 panêlan pêk tê û têde çend lêkolîn ji aliyê lêkoler û berpirsên hikûmetê û kesatiyên navdewletî di derbarê tundûtîjî, tundrewî û çawaniya çareserkirina wê de tên pêşkêşkirin.



Nûnerê Wezareta Derve ya Holendayê yê bo karûbarên rûbirûbûna tundrewiyê li Iraq, Urdin û Lubnanê, John Vander Zendî berî destpêkirina konferansê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Rast e li Kurdistanê ew hejmara mezin a xelkê nîne ku diçin nav rêxistina terorîstî, lê belê pêwîst e em realist bin jî, ku di nava kurdan de jî hevşêweyê weke mînak almaniyan, xelkê Kurd bi taybet xort diçin nav rêxistinên tundrew.”



Sefîn Dizeyî: Ezmûna Kurdistanê ya derbarê miyanrewiyê de bi asanî bi dest neketiye






Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di destpêka konferansê de ragihand: “Dem giring e jibo rûbirûbûna tundrewiyê…, ev konferans ji bo cîhanê û navçeyê jî pêwîst e, ku hevdem e bi derbasbûna 11 salan bi ser kempîna rûbirûbûna tundrewiyê li Herêma Kurdistanê re.”



Dizeyî herwiha dibêje: “Ya ku di ezmûna Kurdistanê de di derbarê miyanrewiyê de bi dest hatiye, bi asanî nebûye, belku bi plan bûye û bûye sedema wê rewşa ku niha heye.”



Di beşeke din a gotara xwe de Dizeyî ragihand: “Kurdistaniyan bi dirêjiya dîrokê bûne qurbaniyê destê tundrewiyê, lewma niha bûne kesên miyanrew. Ev herêm cihê lixwegirtina hemû wan kesan e ku xwediyê nerîn û hizrên ciyawaz in. Zêdetir ji milyonek û 800 hezar penaber û aware berê xwe dane Herêma Kurdistanê, ew jî vê nîşan dide ku Kurdistan bîr û baweriyên ciyawaz li xwe digire.”



Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje: “Tundrewî yek ji mezintirîn metirsiyên cîhanê ye, îro teror di jêr navê ola îslamê tên encamdan, lê cihê kêfweşiyê ye, ku Netewên Yekgirtî ragihandiye, nabe teror bi ti ol û grûpekê ve were girêdan.., li Herêma Kurdistanê mamostayên olî dikarin hemahengiyê ligel aliyan bikin û hewlên xwe zêde bikin jibo rûbirûbûna bîr û baweriyên tundrewiyê.”



Kerîm Şingalî: Serkevtina me bi ser terorê vedigere bo xweragiriya civaka Kurdistanê








Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di konferansa Aştî Bi Rêya Miyanrewiyê de gotarek xwend û têde ragihand: “Teror bûye diyardeyekî cîhanî û gefeke ciddî li ser demokrasî, mafên mirov, aştî, asayiş, seqamgîrî û hemû nirxên me û gelên azad.”



Derbarê bi armanckirina Herêma Kurdistanê ji aliyê terorîstan ve, Kerîm Şingalî got: “Piştî proseya rizgarkirina Iraqê di sala 2003ê de, Herêma Kurdistanê careke din ji grûpên tundrew û terorîst re bû armanceke rastetast. Li gel alozbûna rewşa Iraqê, armanca terorîstan têkdana rewşa Kurdistanê bû, jibo ku Kurdistanê bikin jîngeheke guncaw bo çêkirina bingeha terorê û şaneyên terorîstî, lê belê bi keyfxweşî ve civaka Kurdistanê xweragir bû û bi hemû şêweyekê tundûtîjî û hizra terorê red kir.”



Di beşeke din a gotara xwe de, Şingalî da xuyakirin: “Serkevtina me li hember terorê ji xweragiriya civaka Kurdistanê tê, bi rêya hemahengî û hevkariyeke bihêz di navbera hevwelatiyan û dezgehên Asayişê û hêzên navxwe, hevdem siyaset û bernameya erênî ya hikûmetê bo pêşvebirina dadperweriyê û mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane.”

Rudaw
Top