• Monday, 16 February 2026
logo

Frenca 2 milyon euro jibo avedankirina Şingalê terxan kirin

Gulan Media November 13, 2018 Nûçe
Frenca 2 milyon euro jibo avedankirina Şingalê terxan kirin
Serokê Frensa dê 2 milyon euroyan jibo dubare avakirina Şingalê terxan bike û herweha mafê akincîbûnê li Frensa bi 100 keçên ji dest DAIŞê rizgarbûy bide.
Koçka serokatîya Frensa, Îlîzê di beyanekê da ragihand; Emmanuel Macron serokê Frensa di korbenda Parîs ya aştîyê da, 2 milyon euro jibo sindoqa dubare avakirina Şingalê terxankirin, ew piroje yê ku Nadye Murad, rizgarbûya destê DAIŞê û xudana xelatê Noblê destpêkirî.
Di beyanê da hatîye jî: Frensa dê piştevanîya kêm neteweyên rojhelata navîn ket û mafê penaberîyê di sala 2019ê da bi 100 keçên Êzdî yên ji dest DAIŞê rizgarbûyn bide.
Diyar jî kirîye, Parîs dê piştevanîya sindqên wek vî şêwey jibo avakirina nexweşxane, qutabxane û desteyên saxlemîyê ket jibo dubare vegerîyana Kurdên Êzdî jibo navçeyên wan.

K24
Top