• Monday, 16 February 2026
logo

Berî 3 salan Pêşmerge Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir

Gulan Media November 13, 2018 Nûçe
Berî 3 salan Pêşmerge Şingal ji destê DAIŞê rizgar kir
Berî sê salan û di 13 Mijdara 2015an hêza Pêşmerge di operasynekê de bi serperiştiya Serok Barzanî, Şingal ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kir.

Serok Barzanî di 13ê Mijdara 2015an de bi boneya rizgarkirina Şingalê di peyamekê de ji bilî pîrozbahiya li xelkê Şingalê û hêza Pêşmerge, ragihand “Azadkirina Şingalê ji destê teroristên DAIŞê di warê serbazî, siyasî û dîrokî ve serkeftineke mezin e ji gelê Kurdistanê re, ku li ser destê Pêşmergeyên qehreman hat tomarkirin. Ev serkeftin ji her aliyekê re dibêje, êdî ew roj çûn ku dagîrker û stemkar gelê Kurdistanê biçewisînin. Niha gelê Kurdistanê bi serbilindî berevaniyê li xwe dike û dijmin dişkîne p buhayên mirovî diparêze.”

Serok Barzanî ragihand jî, “Piştî dagîrkirina Şingalê û ew karesata bi serê xwişk û birayên Êzidî de hat, amade bûn hemû riyan bigirin ber û hemû nirxekê bidin ta Şingal azad bibe, ji bo baweriya bi xwe ji gelê Kurdistanê û xwişk û birayên me yên Êzidî vegere û dijmin û terorist ji xaka Kurdistanê ya pîroz derkevin.”


Serok Barzanî dema xwendina gotara serkeftina Pêşmerge û azadkirina Şingalê

Piştî sê salan ji rizgarkirina Şingalê, derbarê rewşa niha ya wî bajarokî de Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl ji K24ê re ragihand, “Piştî rizgarkirina Şingalê, em vegeriyan bajêr û me dest bi karûbarên îdarî kir, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an careke din beşek mezin ji xelkê Şingalê koçber bûn. Rewşa Şingalê ji her aliyekî ve xirabtir bûye, niha xelk newêrin vegerin ser mal û milkên xwe.”

Ragihand jî, daxwaz ji serokê kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Adil Ebdilmehdî dikin, ku girîngiyeke cidî bide Şinalê.


Çekdarên DAIŞê di 3.8.2014an de êrîşî ser bajarokê Şingalê kirin û dagîr kirin, ji bilî encamdana komkujiyê, nêzîkî 5 hezar welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bû revandin.

Piştî nêzîkî salekê ji dagîrkirina Şingalê, bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî, hêzên Pêşmerge û bi beşdariya zêdetir ji 7 hezar Pêşmerge di operasyonekê de, Şinagl ji destê DAIŞê rizgar bû.

K23
Top