Biden kuştina çar misilmanan li New Mexico şermezar kir
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden kuştina çar misilmanan li New Mexico şermezar kir, ku polîs bawer dike ku pêwendiya wê heye.
Biden di twîtekê de hêrs û dilgiraniya xwe ji ber kuştina 4 misilmanan anî ziman.
Joe Biden wiha nivîsî: "Ez li benda encama lêkolînê me û ji bo malbatên çar qurbaniyan dua dikim. Ez ê bi hemû îmkanên xwe li cem dîasporaya misilmanan bisekinim. Ev êrîş nefret in û cihê wan li Dewletên Yekbûyî tune.’’
Berî şemiyê, polîs li New Mexico got ku dibe ku têkiliyek di navbera kuştina sê misilmanên îsal û kuştina misilmanek din di Mijdara sala borî de hebe.
Polîsê Albuquerque şeva Înê cesedê misilmanekî çaremîn, zilamekî Asyaya Başûr yê 20 salî, dît.
Yek ji qurbaniyan, welatiyekî Pakistanî yê 27 salî, di destpêka vê mehê de mirî hat dîtin, yê din, zilamekî 40 salî, di Tîrmehê de mirî hat dîtin.
Vekolerên polîs lêkolîn dikin ka gelo tawan bi kuştina welatiyekî Afganî ve girêdayî ne ku di 7ê Mijdarê de li ber çavê şirketa xwe û birayê wî li Albuquerque hat kuştin.
Encumena Têkiliyên Îslamî-Amerîkî, ku mezintirîn rêxistina mafên medenî yên misilman li Dewletên Yekbûyî ye, roja Şemiyê 10,000 dolar xelat ji bo agahdariya ku kujer were girtin pêşkêş kir.
Basnews
