• Sunday, 22 February 2026
logo

Komgeheke çekan li Necefê teqiya

Gulan Media August 8, 2022 Nûçe
Komgeheke çekan li Necefê teqiya

Komgeheke çek û teqemeniyan ya grûpa Seraya El-Selam li parêzgeha Necefê teqiya û di encamê hejmarek kes hatin kuştin.

Li gor zanyariyên destpêkê, teqîn li navçeya El-Holê derketiye û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

Ev teqîn di demekê de, hejmareke mezin ji Şîeyan di van rojan de ji bo bibîranîna merasîmên Aşûrayê serdana parêzgeha Necefê dikin.

Saraya El-Salam grûpeke çekdar a Şîe ye û girêdayî Tevgera Sadirê ya bi serokatiya Muqteda Sadir e û lîwayên wê (313, 314 û 315) di nav Heşda Şeibî de ne.

 

K24

Top