• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê li Enbarê êrîş kir: 9 kes hatin kuştin

Gulan Media November 13, 2018 Nûçe
DAIŞê li Enbarê êrîş kir: 9 kes hatin kuştin
Di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li qezayeke parêzgeha Enbarê efserek û 8 kesên din hatin kuştin.



Qayimeqamê Navçeya Germe ya parêzgeha Enbarê, Ehmed Mixlef ragihand, ku li navçeya Zabitiye ya rojavayê qezaya Germe li parêzgeha Enbarê hejmareke çekdaran bi cilûbergên serbazî êrîşî ser mala efserekî Heşda Eşîrên Sunnî kirine û di encamê da ew efser û 8 kesên din hatine kuştin.



Di derbarê êrîşê de, Berdevkê Encûmena Parêzgarê Enbarê, Îd Emaş jî ji Rûdawê re ragihand: “Di navbera demjimêr 10:00 heta 11:00ê şeva derbasbûyî de hejmarek çekdarên DAIŞê li navçeya Zabitiye ya ser bi qezaya Germe bi ser mala efserekeî ser bi Hêzên Heşda Eşîrên Sunnî de girtine û di encamê de ew efser û 8 çekdarên din kuştine.”



Îd Emaş got: “Devera Zabitiye devereke bi rûbereke berfireh a çandiniyê ye û hêzên ewlekariyê jî li gor pêwîst li wê deverê nînin. Lewma ew cure bûyer li wê derê diqewimin.”



Emaş amaje bi wê yekê jî kir, ku niha tenê fewcee Heşda Şeibî û lîwayeke artêşa Iraqê li devera Zabitiye ne û diyar kir, ku ew hêz bo parastina ewlehiya deverê ne bes e.



Berdevkê Encûmena Parêzgarê Enbarê destnîşan kir, hêzên ewlekariyê bo girtina çekdarên êrîşkar de dest bi operasyonan kirine, lê belê hêj ti kes nehatiye girtin.



Îd Emaş da xyakirin, çend roj berî niha li devera Zabitiye ya qezaya Germeyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê dest bi ser baregeheke çekdarên DAIŞê de girtin û çend çekdar hatin girtin, ku jibo lêkolînê bo Bexdayê hatin şandin û heta niha jî li Fermandariya Operasyonên Bexdayê di jêr lêkolînê de ne.



Sala 2014ê çekdarên DAIŞê piraniya bajar û rûberê parêzgeha Enbar a Iraqê kontrol kiribûn, lê belê di sala 2016an de hêzên ewlekariyê yên Iraqê hemû navçeyên wê parêzgehê ji dest DAIŞê derxistin û di Kanûna sala 2017ê de Iraqê serkevtina bi ser DAIŞê de ragihand.

Rudaw
Top