Erdogan: Divê kampa penaberan a Mexmûrê bê belav kirin!
Erdogan piştî vegera ji Parîsê ji rojnamevanan re axivî. Derbarê biryara Amerîka ya li ser sê rêveberên PKKê de, Erdogan got,"Biryara Amerîka pêngaveke dereng ketiye. Zehmet e em pê bawer bikin. Ev lîstik e dixwazin PKK û PYD ji hev cuda nîşan bidin. Em nayên wê lîstikê."
Serokkomarê Tirkiyê ragihand, pêwîste kampa penaberan a Mexmûrê were belav kirin û ragehand: "Ne tenê Qendîl, pirsgirêka kampa Mexmûrê jî heye. Mexmûr bûye hêlîna PKK'ê. Niha 12-13 hezar kes li wir dijîn. Neteweyên Yekbûyî jî ji vê yekê bêzar bûye. Dixwazin ew der bê belavkirin. Divê em ligel Bexda, Amerîka û Rêveberiya Bakurê Iraqê hê zêdetir li ser hebûna PKKê ya li Iraqê di nava peyvendiyan de bin."
Basnews
